‘Bawerî bi rêveberiya demkî ya li Suweydayê hovîtiyê dike tune ye’
Lêkolîner çalakvan û rojnamevana Sûriyeyî ya li Berlînê, Hîba Mihrêz bal kişand ser bûyerên dawî yên li bajarê Suweydayê li başûrê Sûriyeyê û rewşa li Sûriyeyê weke "tarîtî" bi nav kir.
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Çavên cîhanê li ser Suwedayê ne, bajarê ku tê de komên ji çar aliyên cîhanê di bin ala "Rêxistina Eşîran" de li hev civiyane. Bajar mafê xwe yê parastina xwe bi kar aniye û xelkê wê prensîba şerê gelê şoreşgerî qebûl kiriye. Jin û mêran mil bi mil şer kirine da ku bajar ji projeya tundrew a ku pêşeroja Sûriyeyê tehdît dike û di navbera xelkê wê de nakokî û dabeşbûnê diçîne, biparêzin.
Lêkolîner, çalakvan û rojnamevana Sûriyeyî ya li Berlînê dijî, Hîba Mihrêz bal kişand ser bûyerên dawî yên li bajarê Suweydayê yê li başûrê Sûriyeyê û ji ajansa me re nirxandin kir.
*Hûn rewşa îro li Suweydayê di nav aloziyên ewlehiyê, êrîş û komkujiyên zêde yên li dijî xelkê wê, çawa dibînin?
Li gorî amarên destpêkê, zêdetirî bîst gund hene ku hatine talankirin û şewitandin û zêdetirî 500 şehîd hatine belgekirin, hem mêr û hem jî jin in. Ev hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe û belgekirin berdewam dike. Suweyda di bin dorpêçê de bû, hê jî di bin dorpêçê de ye. Av, elektrîk û xizmetên înternetê qut bûne. Xelkê Suweydayê xwe ewle hîs nake û baweriya xwe bi agirbestê yan jî bi şiyana wê ya parastina wan naynin. Komên çekdar ên herêmî li Suweydayê li eniyên şer banga aramiyê dikin, di heman demê de rewşa tendirustiyê bi tevahî xirab e. Hinek nexweşxane ji xizmetê derketine û alavên tendirustiyê jî kêm bûne. Me ji bo nexweşxaneyan banga baldariyê dikir û hinek alîkarî ji Heyva Sor a Sûriyeyê hatin lê têr nekirin. Gelê Suweydayê bi hevgirtinê careke din îsbat kir ku ew dikarin bibin yek û li dijî van êrîşan disekinin.
*Kî sûdê ji têkbirina agirbestê û ferzkirina rastiyek nû li ser bajêr digre?
Ji destpêka êrîşa dijwar ên li ser Suweydayê ve, ew bi polîtîkayan re rûbirû maye. Dorpêça ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Şamê ve hatiye ferzkirin, serhişkiya ku di danûstandinên bi Suweydayê re nîşan daye. Kesek li Suweydayê xwe ewle hîs nake, her çendî rêveberiya demkî îdia bike ku korîdorên ewle hene jî. Yên ku van korîdoran diparêzin endamên Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir in. Kêmbûna baweriyê heye û yê ku herî zêde ji vê rewşê sûdê digre rêveberiya demkî ye ku xwe wek dewletek destnîşan dike û daxuyaniyên ku îdia dike bi hêz e dide. Ew rêveberî ketina komên çekdar a Suweydayê hêsan dike û li wir hovîtiyê dike.
*Hûn bêdengiya aktorên têkildar li ser kiryarên rêveberiya demkî di bin sîwana qaşo ewlehiya giştî de çawa rave dikin?
Rewşa îro berdewamiya komkujiyên ku ji aliyê rêveberiya demkî ve ji dema destpêkirina wê ve hatine kirin e. Em nizanin li peravê çi qewimî û em encamên raporê li ser komkujiyên li wir hatine kirin jî nizanin. Rêveberiya demkî binpêkirinên xwe dixe stûyê şaşiyên takekesî û dibêje ku ew ê hesab bide. Lê êrîşa li ser Suweydayê, komkujî û karanîna çekên giran bi awayekî kategorîk înkar dike ku tiştê li wir qewimî şaşiyek takekesî bû. Berevajî vê, ew kiryarek sîstematîk bû. Ew tundûtûjiya dewletek e ku çîrokek wê tune. Ew bedewiyan bikar anîne, ji nakokiyên kevin ên di navbera Durzî û bedewiyan de sûd werdigirin. Lê eşkare ye ku ew piştgiriyê dide aliyekî li ser hesabê aliyekî din.
*Ji pozîsyona we weke çalakvanek, jinên li Suweydayê çawa bi vê gefê re rûbirû dimînin? Nirxandina we ya li ser beşdariya jinan di parastina civakên xwe yan belgekirina van sûcan de çi ye?
Gelê Suweydayê berê xwe da berxwedana gel û her kesê çek hilda. Êdî ev yek bi tenê bi alîgiran ve sînordar nebû. Jinên ku wateya parastina ax, şeref û heysiyeta xwe dizanibûn, wan jî çek hildan da ku malên xwe biparêzin. Gel ji bo parastina rewa ya xwe û axa xwe çek hilgirt. Jinan ji ber vê yekê û ji ber hesta wan a ku gotarek hebûna wan hedef digre, çek hilgirtin.
*Ne gengaz e ku li ser tawanên vê komê biaxivin, bêyî ku behsa komkujiyên peravê nekin ku tê de bi sedan sivîl, di nav de jin û zarok hatin kuştin. Bi ya we çima sûcdarên van komkujiyan hê nehatine cezakirin?
Ez bawer dikim ku komkujiyên li peravê, raporên ku ji wir derketine û hovîtiyên ku hatine kirin hinek rêberên rêveberiya demkî şermezar dikin, ji ber vê naskirina van komkujiyan ji hêla rêveberya demkî ve dê bibe sedema kaosê, loma ew ji komkujiyan dûr dikeve an jî hewl dide ku tiştê qewimî nerm bike. Agahiyên belgekirî yên derbarê tawanên li ser peravê de ecêb in û rêze tohmetên li dijî serokên payebilind ên vê rêveberiym tînin bîra mirov. Ez bawer dikim ku rêveberiya demkî wê van raporan neweşîne, ji bo ku hovîtiya wan eşkare nebe.
*Heyet Tehrîr El-Şam komeke cîhadî ye, mafên hemû mezhebên Sûriyeyê bi taybetî yên Durzî, Xiristiyan û Elewiyan binpê dike. Bi nêrîna we, riya herî baş ji bo çareserkirin û bidawîkirina van binpêkirinan çi ye?
Rewşa îro li Sûriyeyê bargiran û aloz e, mezhebî û etnîkî ye, welat wêran bûye û ti riyek ji bo vejînê tune ye, û yên ku di desthilatdariyê de ne dest bi nîşandana rûyên xwe yên rastîn kirine, ku ev hêz hêzek yekreng e. Lê bawer nakim ku ew pêkhateya Sunnî temsîl dike ji ber ku Sunnî nikarin bi yek formê an pênaseyên stereotîpîk ve sînordar bibin. Ew difikire ku bi vî rengî ew ê desthilatdariya xwe li ser gelê Sûriyeyê ferz bike. Lê tenê çareserî ew e ku nexşerêyek zelal li ser bingeha hemwelatîbûnê hebe, ne mezhebî. Gelên Sûriyeyê mafê xwe yê jiyanê diparêzin û bawer nakim ku desthilatdarên îro di rewşek bihêz de ne ku guhê xwe bidin dengê gelê Sûriyeyê.
*Peyama we ji bo civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan çi ye der barê pêwistiya vekirina dosyayên li ser komkujiyên ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve hatine kirin?
Rewşa başûrê Sûriyeyê trajîk e. Ji bo ku rêveberiya Sûriyeyê bi hemû karmendên wê yên fermî û ne fermî, ji ber mîrateya komên bêserûber ên ku di bin banê Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Hundir de bûn, pêwistiya me bi hevgirtineke navneteweyî heye. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku komîteyên lêkolîna rastiyan ava bikin da ku komkujiyên li Sûriyeya piştî Esed qewimîn lêkolîn bikin. Em daxwaza zelalî û hesabpirsîna hemû kesên ku komkujî kirine dikin.